Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, di daxuyaniya xwe de gef li saziyên ku fînanseya artêşa DYA’yê dikin xwar. Qalîbaf got: “Li gel bingehên leşkerî, saziyên darayî yên ku budceya leşkerî ya DYA’yê fînanse dikin jî armancên rewa ne. Bonoyên xezîneya DYA’yê bi xwîna Îraniyan şil bûne. Heke hûn van bikirin, hûn ê êrîşeke li ser navend û hebûnên xwe bikirin.” Her wiha anî ziman ku “Em portfoliyoyên we dişopînin, ev hişyariya dawî ye.”
ARAQÇÎ: TENGAVA HURMUZÊ NE GIRTÎ YE
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Araqçî parast ku Tengava Hurmuzê ne girtî ye. Araqçî diyar kir ku sedema rawestîna trafîka deryayî fikarên parîsazên sîgortayê yên ji ber şerê DYA’yê ye û got, “Azadiya gerê, bêyî azadiya bazirganiyê pêkan nîne.”
DI NAVBERA MACRON Û BÎN SELMAN DE HEVDÎTINA HURMUZÊ
Li aliyê din, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina bi Mîratgirê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman re, bang li hemû aliyan kir ku rageşiyê kêm bikin. Macron ji bo rawestandina êrîşên li ser binesaziyên enerjî û sivîl pêşniyara moratoryûmê kir û bang li Îranê kir ku li Tengava Hurmuzê azadiya seyrûseferê mîsoger bike.